Mehmet Erbey

Merhaba ji we re canik û camêrno. Ezê îro meseleya xwe û ya cîrana me ji we re bibêjim. Cîrana me pîra safik zûdeye çûye ser dilovaniya xwe. Em giş di hembêza wê de mezin bûn. Rehma xwedê lê be. Wê ji me, me jî ji wê pir hez dikir.

Pir safik bû û kê çi bigota bawer dikir. Berî niha bi salan, hîn ez xort bûm. Rojekê ez li ber mala wê de derbas bûm. Min dît xwe daye ber siya dîwara hewşa xwe û rûniştiye. Mi got bise ez hebekî bela xwe wê bidim. Ez çûm li cem wê rûniştim û min li halê wê pirsî. Wexta ku me silav lê dikir an me lê dipirsî û hwd. tu car bi navê me ban me nedikir. Navê ku li dê û bavê me kiribû bi wan navan ban me dikir.

Minak: Lawê poz lîçik, keça letoka dînik, lawê devşorbe…

Helbet ne belasebeb ji me re wer digo. Dê û bavê me jî ji zaroktî nas dikir û hawê wan zanîbu. Te dipirsî ka tu çima dibê lawê pozlîçik, digo wexta bavê te zarok bû pozê wî wer bi lîçik bû û zimanê xwe bi lîçika xwe dixist û dixwar. Ew ro ev nav li wan kiribû. Jixwe çandeke me werê heye. Herkesek bi şiklê xwe bi haw û tevgerê xwe navek wan heye. Ka di miletek dinê ev çand heye nizanim.

Belê bi navê bavên minî yê bi qerfok ban min jî dikir lê hema weleh min ji were nego.

Ne ez we dizanim. Ku niha ez li vir ji were bibêjim, wê bikeve devê we û hûnê jî weke pîrê ban min bikin. Ji ber vê yekê me re xwe bistirîne baş e.

Belê em werin ser mesela xwe. Piştî silav û hurmet û lêpirsîna min wê jî li min pirsî. Gava wê li min pirsî min xwe kelogirî kir û min got:

– Erê pîrê tu halê min napirsî. Tu nizanî çi hatiye serê min.
– Xêre lawkê min. Çi bûye?
– Ji kê re xêr be ji min re ne xêr e pîrê. Derdê min girane. Ez nexweşim
– Wî li min. Kuro xwedê derd daye derman jî daye. Hela ka bêje. Çî te heye?
– Pîrê wexta ku ez avê vedixwim ez nikarim biçûm û vexwim
-Wî li min.
– Ma hew ev tenê. Diran jî di devê min de bûye hestî pîrê.
– Îja haa.
– Hela tu bise pîrê min hîn ya giran negotiye
– Kuro bise hêdî hêdî bibêje. Te bêhna min çikand.
– De dev jê berde pîrê ez êşa xweyî sisya û ya giran nabêjim
– Çima lawkê min. Qey tişkî tu jê fedî dikî ye?
– Na pîrê tu pir li ber min dikevî. Ma te negot te bêhna min çikand. Tew ez êşa xweyî sisya bibêjim wê dilê te bisekine.
– Wîî li min reben. Evqas girane?
– Giran û çawa giran.
– Kuro bêje te ez ji meraqa kuştim
– Na na wele ez nabêjim.
– Kuro de ka bêje pîsê heram (niquçkek xweş da min)
– Ê wele pîrê min nedigo lê te pir ajot ser min. Pîrê tu zanî wexta ku ez çavê xwe digirim ez ber xwe nabînim.
– Wîî li min pepûk. Kuro tu çima navê ez kor bûme.
– Te dî ne pîrê, derdê min çi girane.
– Ê kuro dê û bavê te çima te nabin dixtor.
– Min go wê pir bitirsin ji ber wê min ji wan re negot pîrê.
– Ma qey li te hay nebûn. Hela tu dibînî ew jî dibên em dê û bavin. Hela tu xwe bide alî ezê herim ji wan re bibêjim. Ma wer dibe. Bila te bibin dixtora. Ji dermanekî ji çareyekê.

Pîra delal ket kelacan û telaşê. Ez li ber xwe de dikeniyam. Min xwe bi zor digirt ku ez bi hîre hîre nekenim.

Hewl da xwe ku rabe ser xwe. Min wê sekinand û min got:
– Pîrê bise. Erê min ji wan re nego lê ez çûm dixtor.
– Ê çima tu nabêjî xwedê nehişt.
– Erê erê jixwe wê xwedê min nehêle.
– Huşş. Gotinê wer neke ez qurban.
– Ê ma we te jî nifir li min kir.
– Kuro ma min bi dilê xerab nego lo. Kuro hela dev ji gotina min berde lo. Ka tu ji min re bibêje dixtor çi go.
– Ma wê çi bibêjin pîrê. Gotin derdekî bê dermane. Û gotin roja ku xwedê te daye, te bi vî halî daye. Tiştekî ku em bikin tuneye.
– Ê hema bi hersê navê xwedê, bise ez bijmêrim jî. Weleh bileh tileh ew dixtorana bi tişkî nizanin.

– Tu dev ji wan berde. Here dixtorê wekî din. Ma tê di vî halî de bî kuro?
– Weleh pîrê ez herim kîjan dixtorî wê ji min re heman tiştî bibêjin. Hema bila ez di halê xwe de bim.
– Na na lawkê min xirab nefikire. Jixwe dixtorê li cem me bi tiştekî nizanin. Kuro ma bajarê Amedê ah gavek cîh e. Hela her wira jî bê ew çi dibêjin gidî.
– Weleh pîrê ez herim ewrupê jî belasebebe. Min ev tişt li xwe qebûl kiriye.
Pîrê wa dirêj dirêj li min nêrî û pirsî.
– Hela tu ji min re nabêje wexta ku tu hat cem min tu çawa hat. Û ez niha li te dinêrim tu ne wek kora yî. Ev çawa çêdibe?
– Ê ma ne min ji tere go pîrê. Wexta ku ez çavê xwe digrim ez ber xwe nabînim. Wexta çavên min vekirîbe ti pirsgirêk tuneye ha.
– Çawa çawa?…

Pîrê çavên xwe girt. Destê xwe kil kir. Dû re çavê xwe vekir li destê xwe nêrî, çavê xwe li derdorê gerand dîsa çavên xwe girt, vekir û bi hêrs sola nigê xwe derxist û berê xwe da min.

– Ya ya ne tiştek tu qerfê bimin dikî. Ne ezê te bi qurbana xwe kim. Hela tu ji min re vir de were.
– Min bi lez bazda. Sola wê li ser serê min da vir virî. Çend kevirê baş jî avêt min. Ez dikeniyam. Wê jî çi çêrê giran dihat ber devê wê ji min re digo.
– Pîştî qederekî ku hebkî bêhna wê hate ber wê, ez çûm cem û min serê xwe xist hembêza wê.
– Çend xutikê baş li pişta min xist û taliyê serê min maç kir.

Min jî jê re got:
– Pîrê tu xwe aciz neke lê. Min ji hezkirin ev tişt kir ha.
– Kuro ez jî dibêm wexta hat sipîsaxlem bû, ka viya çawa ber xwe nabîne. Lo bavo ciwanên niha şeytanin şeytan.

Em bi hevdu re bi halê hevdu têr keniyan. Taliyê ew gotina ku ezê tu car ji bîr nekim got:
– Heta ez sax bim bila ez tu êş û derdê we nebînim lawkê min. Bila ez bi çavên serê xwe nebînim. Pîştî ku ez mirim êdî xilafa we li xwedê.
– Cîhê te bihuşt be pîra me yî şên.

Nivîs çû diyaran rehma xwedê li dê û bavên xwîneran.

Related Posts

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.